Welatiyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ji ber şewitandina çopê li nêzî malên wan, krîzeke mezin a ku bandorê li tenduristiya wan û tenduristiya zarokên wan dike, dikişînin.
Welatiyan daxwaz kirin ku şaredarî çareseriyek bilez bibîne û cihê şewitandina çopê li derveyî bajêr bi cih bike.Ev 6 sal in ku li derdora taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo çop tê avêtin. Ev kiryar êş, azar û zehmetiyên welatiyên taxê zêde dike.
Welatiyan ev diyarde şaş dîtin û anîn ziman ku şaredariyê ji bo wan ti çaresarî nedîtiye.
Li ser daxawza welatiyan Rojava Tv serdana taxê kir û nerînê welatiyan girtin.
Li aliyekî din jî dayikên taxa cûdî gotin ku ji ber dûmana vê çopê, metirsî heye ku nexwşiyên giran di nav gel de belav bibin.
Rexneyên welatiyan bi sozên şaredariyê re rû bi rû dimînin, ku di demek nêzîk de çareseriyek guncaw bibînin. Pirsa ku li benda bersivê ye, gelo soz dê encamê bînin an na?
RAPOR: BÊRÎVAN QASIM – KAMÎRE: AYA ELÎ
