MSD’Ê HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN ÊN HELEBÊ XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Helebê ji bo keda wan a parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew xelat kir.

Di merasîma xelatdayînê de, rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatma El Hesîno axivî û bal kişand ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya di parastina her du taxan de.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Mihemed Heyder jî anî ziman ku civak, hêzên ewlekariyê û partiyên siyasî xelekeke hevgirtî ya xizmetê çêdikin.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Elî Merdelî got, dê erka xwe ya parastina her du taxan bidomînin.

Share This Article