Tevgera Hilal Zerîn li parêzgeha Hesekê ji bo piştgiriya YPJ`ê mîtingek girseyî li Parka 4`ê Nîsanê li Hesekê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr û nûnerên rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Qada mîtingê bi wêneyên şehîdan û sembolên Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatibû xemilandin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kordînasyona Giştî ya Kongra Star Welîde Botî axivî.
Welîde Botî tekezî li ser rola jinan di qonaxên cûda yên têkoşînê de kir û bal kişand ser beşdariya şervanên Yekîneyên Parastina Jin di rûbirûbûna DAIŞ’ê û parastina herêmê de.
Piştî axaftinê komên girêdayî Tevgera Hîlal Zerîn stran û govend pêkêş kirin.
Çalakî bi stran û govendê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
