Partiya Watan û rûspiyên Hesekê derbarê bûyerên dêrazorê de daxuyaniyek hevbeş dan, piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan û tekez kirin ku tenê QSD nûnertiya gelê herêmê dike.
Berdevkê partiya weten Mihemed Derwîş daxuyanî li pêşiya Parka Xabûr a bajarê Hesekê xwend.
Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina fitneyê yên ku nîşan bidin destê êlan di êrişa dêrazorê de heye, şermezar hate şermezarkirin û hate gotin destê hêzên herêmî, di serî de jî Îran û Tirkiye,di vê êrişê de heye.
her di daxuyaniyê de partiya weten û eşîran helwesta xwe nîşan dan û gotin ew ji bilî QSD`ê piştgiriya tu hêzeke din nakin.
her wiha diyar kirin ku Êl û pêkhateyên herêmê dek û dolabên wiha baş nas dikin û xwedî eniyeke hevgirtî ne ku tu kes nikare fitneyê di navbera wan de derxe.
Di dawiyê de her du aliyan dan zanîn ku hewldanên ji bo parastina hevgirtina nîştimanî ya sûriyeyî berdewam in û dê li hember hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bibin bendeke asê.
