HEYVA SOR A KURD LI SERANSERÎ HERÊMÊ DEST BI PERWERDEYÊN TENDURISTIYÊ KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Heyva Sor a Kurd ji bo perwerdekirina civakê li ser alîkariyên destpêkî û rûbirûbûna rewşên awarte, perwerdeyek vekiriye.
Perwerde li seranserî herêmê bi rê ve diçe û dê heta dawiya îsal bidome.

Heyva Sor a Kurd li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêşkêşkirina perwerdeyên tenduristiyê kiriye.

Di perwerdeyan de Heyva Sor waneyan li ser çawaniya rûbirûbûna ligel rewşên awarte anku berevaniya sivîl û alîkariyên destpêkîpêşkêş dike.

Serperiştê projeyê Mûhened Silêman ji Rojava TV re behsa armancên vekirina xulên perwerdeyan dike.

Plana Heyva Sor a Kurd ew e ku bi hezaran welatiyên herêmê perwerde bike. Her wiha piştevaniyê bide binesazî û jêrxaneya herêmê.

Projeya Heyva Sor a Kurd li seranserî herêmê bi rêve diçe û dê heta dawiya salê dewam bike.

Share This Article