Şêniyên bajarê kobanê 7 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê bi merasîmeke biheybet oxir kirin.
Di merasîmê de bi sedan ji şênî û gundewarên bajêr beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, malbatên şehîdan û hejmarek ji rayedarên Rêveberiya Xweser axivîn û diyar kirin ku dem dema azadiyê û serfiraziyê ye. Em ê bi hemû hêza xwe tê bikoşin û dijmin têk bibin. Em ji hêza xwe bawer in ku em ê bi ser bikevin.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin.
piştre cenazeyê her heft şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” oxir kirin.
