KONGRA STAR BI DAXUYANIYEKÊ BANGA PIŞTGIRIYA JINÊN ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê derbarê xwepêşandanên gel ku di 28’ê Kanûnê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye bangek gerdûnî li dijî zordariyê û tîne bîra her kesî ku azadiya neteweyan bi azadiya jinan dest pê dike.

Kongireyê got, vê pêşengiya jinan hiştiye ku jin bibin hedefa rasterast a rejîma Îranê ku ji bo şikandina îradeya wan û bêdengkirina dengê wan, dest bi girtinên girseyî, bikaranîna tundiya cinsî wekî çekek siyasî, reşkirin û kuştinên kiriye.

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de bang li jinên li Îran, Sûriye û li çar aliyên cîhanê kirin ku yekitî û hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin, têkoşînê mezin bikin û veguherînin hêzeke kollektîf ku dikare zordariyê têk bibe, pêk bîne.

Share This Article