Odeya Pîşesaziyê ya Hesekê kongreya xwe ya 3’yemîn ku ji pîşesaz û esnafên bajarên Hesekê, Til Temir, Şedadê û Dirbêsiyê pêk tê li dar xist.
Kongr di bin diruşmeya ” Pîşesaziya me nasnameya me ye, afirîneriya me hêza me ye” li hola Mişwar a Hesekê hat li darxistin.
Di kongrê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Koordînasyona Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM û Yekitiya Kedkaran ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku pîşesazî roleke girîng di îstîqrara aborî û avakirina aboriyeke hevgirtî de dilîzin.
Piştî axaftinan, perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê pîşesaziyê û rapora Odeya Pîşesaziyê ya du salan hatin xwendin.
Her wiha Rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin.
Kongr bi hilbijartina 2 hevserokên odeyê û 11 endamên Meclisê bi dawî bû.
