Li bajarê Hesekê bi meşeke girseyî û helwesteke yekgirtî komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin.
Meşvanan tekez kirin ku ew ê ji bo şkandina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya Rêber APO her tim di nava xebatê de bin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Til Birak û Şedadê li bajarê Hesekê li hev kom bûn û bi meşeke girseyî, komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Meşê bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe ji qada Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û li Qada Xito veguherî mitîngê.
Di meşê de endama Desteya Rêveber a PYD’ê Foza Yusif û Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê yê Holê Emmar Mûsa axivîn.
Meşvanan komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û gotin, Rêber APO ji bo azadiya tevahî gelên bindest têdikoşe.
Her wiha Meşvanan tekez kirin ku ew ê ji bo şkandina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya Rêber APO her tim di nava xebatê de bin.
Beşdarên meşê bi yekdengî ji bo azadiya Rêber APO qêriyan û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.
