Piştî rûxîna rêjîma Baasê li Sûriyê, gelek koçberên derve û hundir vegeriyan cih û warê xwe, lê ji ber binpêkirinên çeteyan li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de, gelek koçber ji mafê xwe yê vegerê bêpar in.
Eyûb Şêxo yek ji wan kesên ku ji piştî kirîza Sûriyê ve gelek caran bi darê zorê hatiye koçberkirin û ta niha li benda vegerê ye.
Bi rûdana kirîza Sûriyê re, pêleke koçberiyê a pir mezin rû da, bi milyonan kes ji ber şer û rewşên cuda neçar man ku dev ji mal û milkên xwe berdin.
Eyûb Şêxo yek ji wan kesên ku ji piştî kirîza Sûriyê ve gelek caran bi darê zorê hatiye koçberkirin.
Şêxo ku bi xwe welatiyê gundê Qeregoz yê herêma Şehbayê ye, di sala 2013’an de cara yekemîn ji ber êrîşên DAIŞ û Cebhet El-Nusra berê xwe dide Tirkiyê.Eyûb Şêxo careke din vedigere welatê xwe û li Efrînê bi cî dibe, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk u çeteyên wê, neçar dimîne ku ji Efrînê jî, koçberî herêmên bi ewle bibe.
Piştî rûxîna rêjîma Basê li Sûriyê gelek koçberên derve û hundir vegeriyan cih û warê xwe, lê ji ber binpêkirinên çeteyan gelek koçber hîna jî nikarin vegerin li ser mal û milkê xwe.
