YEKÎTIYA COTKAR Û SEWALDARAN A MECLISA QAMIŞLO KONGREYA XWE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dureşmeya “Bi Rêxistina Cotkar û Sewaldaran em ê Aboriyeke Civakî Ava Bikin” Yekîtiya Cotkar û Sewaldaran a meclisa bajarê Qamişlo 1’emîn kongreya li bajarokê Rimêlan lidarxist.

Konger li navenda çand û Huner a Aram Tîkran bi beşdariya bi dehan ji cotkar, xwediyên sewaldaran û hevserok û xebatkarên desteya çandiniyê bi rêve çû.

Di kongirê de piştî deqeyeke rêzgirtin, rewşa siyasî hat nirxandin û rapora 2 salan a kar û xebatên yekîtiyê hat xwendin û nirxandin.

Her wiha rewşa çandinî û sewaldariyê û astengiyên ku cotkar pê re rû bi rû dimînin û çawaniya çareserkirina wan hat nîqaşkirin.

Kongir bi pêşkêşkirina nerîn û pêșinyarên cotkar û sewaldaran bi dawî bû.

Share This Article