ŞÊNIYÊN QAMIŞLO JI BER KONCALÊN AVÊ Û XEMSARIYA ŞAREDARIYÊ BI GAZININ

Rojava Tv
2 Min Read

Çileya îsal bi rewşek hewaya dijwar derbas bû. Rêjeyên zêde yên baranê li bajarên Rojavayê Kurdistanê bariya û bû sedem ku pirsgirêk di kolan û kanalîzasyonan derkeve.

Şêniyên Qamişlo bi gazinin û banga çareyek lezgîn dikin, Şaredariya gel jî dibêje ew di nava kar û xebatê de ne.

Hevkara me Bêrîvan Qasim derbarê vê mijarê de raporek amade kiriye, ka em bi hevre lê tamaşe bikin.

Ev demeke ku li Rojavayê Kurdistanê rewşa hewayê pir dijware û baran pir dibare.

Ev yek bû sedema gelek pirsgrêkan di nava bajarê Qamişlo de ku tevgera çûn û hatinê asteng bûye û welatî nikarin bi rehetî di nava bajar de tevbigerin.

Li taxa Cimayê, Siryan û taxa cûdî jî, av derbasî nava malên welatiyan bû, bandoreke pir mezin li wan kir û bû encam ku ziranên madî di malên wan de çêbibin.

Girêdayî vê pirsgirêkê, welatiyên ji taxa cûdî ya bajarê Qamişlo rexneyê şarderiyê kirin û daxwaz kirin ku ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çarserkirin.

Li hêlekî din, Berpirsê Ofîsa kanalîzasyon a Şaredariya Qamişlo Serdar Hisên derbarê gazinên şêniyan de axivî û got tîmên me ji bo çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê, di nava kar û xebatê de ne.

Pirsgirêka komkirina avê li nava hin taxên bajarê Qamişlo berdewam dike.

Tevî ku şaredariya gel a Qamişloyê rojane di nava xebatên sererastkirina kolanane, lê hîna ev pirsgirêk dewam dike û dibe sedem ku şênî nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Share This Article