Yekîtîya Şaredariyan a Kantona Reqayê, civîna xwe ya salane li dar xist û plana xebatên xwe ya 2026’an destnîşan kir.
Di civînê de Desteya Serokatiya Yekîtîya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Serokatiya Meclisa Cibicîkar a Kantona Reqayê, hejmarek şêwirmend û nûnerên şaredariyan, beşdar bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre rewşa siyasî, pêşketinên li Sûriyeyê û bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de rapora giştî ya yekîtîyê hate xwendin û senevizyonek der barê projeyên Yekîtîyê yên sala borî hate nîşandan.
Piştî wê deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hat vekirin ku pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.
Di dawiya civînê de, mertalên spasdariyê ji Serokatiya Şaredariya Gel a Kantona Reqayê, Serokatiya Desteya Avê û Kampaniya El-Şemal re, ji bo beşdariyên wan di temamkirina projeyên xizmetguzariyê de hatin dayîn.
