Partiya Sûriyê Pêşerojê, ji bo bîranîna Şehîd Hevrîn Xelef îro li bajarê Reqayê festîvalek li dar xist.
Festîval di bin dirûşmeya, Têkbirina dagirkeriyê… Têkoşîn ji bo Aştiyê û bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û welatiyên Reqayê hate lidarxistin.
Di festîvalê de axaftin hatin kirin û Şehîd Hevrîn Xelef hate bibîranîn.
Axêveran diyar kirin ku Şehîd Hevrîn ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk canê xwe feda kir û ew ê doza wê bigihînin serkeftinê.
Di dawiyê de xelata Şehîd Hevrîn Xelef ya ji bo aştiyê radestî Seroka berê ya Komîsyona Azadiyên Olan a Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza hate kirin.
LI REQAYÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD HEVRÎN FESTÎVALEK HAT LIDARXISTIN
