MECLISA CÎBICÎKAR A REQAYÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Cîbicîkar a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de gelên kantona Reqayê piştigiriya xwe bi xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nîşan dan.

Her wiha diyar kirin ku kiryarên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî sivîlên herdu taxan, dijî pîvanên exlaqî û mirovî ye û binpêkirina peymanên aştiyê ye.

Meclisa Cîbicîkar di dawiyê de bang li dewletên navnetewî kir ku bi erkê xwe yê mirovî rabe û li dijî kiryarên bi vî rengî bê deng nemînin.

Share This Article