Xelkên taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Xemgîn Heleb oxir kirin.
Bi sedan xelkên taxêb şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên helebê, endamên partiyên siyasî, rêveberiya xweser TEV-DEM beşdarî merasîmê bûn.
Şêniyan Karwanê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir wergirt û ber bi goristana şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd ve bi rê ket
Li wir şervanên YPG û YPJ’ê turaneke leşkerî pêşkêş kirin.
Piştire li ser navê Meclisa Malbatên Şehîda û malbata şehîd axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Şehîd Xemgîn ku di 7’ê Cotmehê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi tilîliyên dayikan hat veşartin.
