XELKÊN REQAYÊ BI MEŞEKÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Gaziyên şer ên kantona Reqayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji ber nexweşxaneya zarokan a li bajêr dest pê kir û bi berzkirina siloganên “bijî berxwedana îmraliyê” bê serok jiyan nabe” ber bi qada jinê ve bi rêket.
saziyên civaka sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û bi sedan xelkên bajêr beşdarî meşa girseyî bûn.
Li qada jinê meş veguherî mîtingê, tê de axaftin li ser navê meclîsa malbatên şehîdan, gaziyên şer û meclîsa cîbcîkar a Reqayê hat kirin.
Axêveran pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO hat şermezar kirin û diyar kirin ku, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê dawî li alozî û hemû pirisgirêkan bîne.

Share This Article