Konferansa “Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî” bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de hate gotin, pêwîst e konferanseke jinan a neteweyî li seranserî Sûriyê were lidarxistin.
Her wiha ji sedî 50’î mafê jinan a beşdarbûna pêvajoyên siyasî hate xwestin û hatiye gotin, divê destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatên Sûriyê ji bo hemû jinên Sûriyeyê veguherînin destkeftiyên hevpar.
Di encamnameyê de hate xwestin, piştevaniya ji bo YPJ’ê were zêdekirin û tekezî li ser parastina mafên jinan hate kirin.
