MALBATÊN ŞEHÎDAN A KOBANÊ DOZA SERBESTBERDANA DÎLGIRTIYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê banga serbestberdana şervanên QSD‘ê yên dîlgirtî kir. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin .

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanî bi daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di çalakiyê de xizmên dîlgirtiyan û malbatên şehîdan amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî gotinên rayedarên Şamê ku vê mijarê wekî pêşîniyek nîşan didin, di pratîkê de gavên rastîn nayên avêtin û pirsgirêka dîlgirtiyan wekî amûrek zexta siyasî tê bikaranîn.

Meclisê her wiha bal kişand ku dîlgirtiyên QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin û qurbaniyên mezin dan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, li hundir û derveyî Sûriyeyê, hate kirin ku li kêleka malbatên şehîd û dîlgirtiyan bisekinin.

Share This Article