Hunergeha Welat amadekariyên kilîpeke nû dike ku dê di wê klîpê de destana “Derwêşê Evdî” zindî bike.
Piştî 6 mehan ji kar û xebatên li ser kilîpê, dê hunergeha Welat kilîpek li ser destana “Derwêşê Evdî” biweşîne.
Ev dastan di folkkora Kurdî de yek ji çîrokên lehengiyê yên herî navdar e.
Di naveroka destana Derwêşê Evdî de, 12 siwarên Kurd ên leheng bi pêşengiya Derwêşê Evdî, li dijî Osmaniyan şer kirin.
Edûl jî evîndara Derwêş e, sembola axê û mîrnişîniya Kurdî ye, ku divê ew siwar wê biparêzin.
Derbarê vê yekê de Endamên hunergehê ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku armanca wan ji vê berhemê ew e ku kelepor û mîrateya muzîka gelêrî ya li Kurdistanê zindî bikin.
Her wiha endaman diyar kirin ku dê kilîpa “Derwêşê Evdî” di nav çend rojan de were weşandin.
