Saziya gaziyan ya bajarê Helebê xwendin û nirxandina manîfestoya aştî û civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir.
Dîroka mirovahiyê, dîroka Kurdistanê, damezirandina PKK’ê, sedemên fesixkirinê û perspektîvên ji bo pêvajoyê nû, tev mijarên nîqaş û dîyalogê bûn.
Saziya gaziyan ya bajarê Helebê xwendin û nirxandina manîfestoya aştî û civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir.
Di perwerdeyê de xalên manîfestoyê hatin xwendin û piştre ji aliyê komîsyonan ve li ser wan nîqaş hatin kirin.
Dîroka mirovahiyê, dîroka Kurdistanê, damezirandina PKK’ê, sedemên fesixkirinê û perspektîvên ji bo pêvajoyê nû, tev mijarên nîqaş û dîyalogê bûn.
Beşdarên perwerdeyê dan zanîn, bi rêya manîfestoya aştî û civaka Demokratîk ya Rêber APO ew dîroka xwe nas dikin.
Rêber APO roja 27’ê sibatê banga aştî û civaka demokratîk ragihand û di wê çarçoveyê de manîfestoya aştî û civaka Demokratîk di meha Gulanê de weşand.
