BEŞÊ ZAROKAN YÊ PÊŞANGEHA ŞEHÎD HEREKOL RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Di nava pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de, beşê zarokan rastî eleqeyeke mezin hat.

Rêveberên kovar û pirtûkxanyên zarokan diyar kirin ku armanca wan belavkirina çanda xwendinê ye.

7’emîn pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bi beşdariya 60 weşanxane, pirtûkxane û saziyên çandî bi rê ve çû.

Di nava pêşangehê de, beş û kovarên taybet bi zarokan bala serlêderan kişandin ser xwe û rastî eleqeyeke mezin hatin.

Xwediya pirtûkxane û kovara Rona ya Zarokan, Rona Egîd dibêje, armanca wê belavkirina çanda xwendinê ye.

Her wiha rêvebira Kovara Mizgîn Mîdya Xanim diyar dike ku ew kovarên xwe li ser tevahî zarokên herêmê belav dikin.

RLi Bakur û ojhilatê Sûriyê bi saya pergala Rêveberiya Xweser tevahî zarok bi zimanê xwe yê zikmakî dixwînin ku li gorî derûnnasan ev jî rê li pêşiya siberojeke geş û ronîdar vedike.

Share This Article