LI QAMIŞLO ŞAHIYEK JI BO ZAROKÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Şehîd Amara ya girêdayî desteya Jin a kantona Cizîrê, şahiyek ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di şahiyê de stran ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin û atmosfêreke geş ji bo kêfxweşkirina wan hate afirandin.
Her wiha lîstokên cihêreng jî hatin gerandin û xelat jî li ser zarokên xwedî pêdiviyên taybet hatin belavkirin.
Desteya Jin a Rêveberiya Xweser roja 21`ê Tebaxê ji bo piştgiriya zarokên astengdar taybet û yên nexweş bi dirûşma “Başbûn û Parastin, Pêşveçûn û Têgihaştin.. Ji bo Zarokatiyeke Tendurist” dest bi kampanyayekê kir.
çalakiya ku îro hate lidarxistin jî, di çarçoveya wê kampanyayê de ye.

Share This Article