Îro, di encama civîneke fermî de, encumena şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên bajarê Rebqayê hate damezirandin.
Nivîsgeha têkiliyên giştî ya QSD a herêma Firatê, hejmarek ji endamên encumena leşkerî ya Tebqayê, her wiha şêx û rûspiyên êşîrên Tebqayê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rola şêx û serokeşîran a di pêşxistin û parastina civakan de hatin nirxandin û beşdaran tekezî li ser avakirina encumenekê kirin.
LI gorî damezirînerên encumenê, armanca wan ew e ku tevna civakî xurttir bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.
