Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkoşer Mam Zekî Şengalî di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de, bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên saziyan hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina şehîd Mam Zekî ew bû ku îradeya civaka Êzîdî têk bibe û wan ji çand û dîroka wan dûr bixe.
Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018’an de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bû.
