Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê îro civîna xwe ya nîvsalane li dar xist û xebatên xwe nirxand.
bi dehan rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê yên kantonê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rewşa siyasî hate şîrovekirin û rapora nîvsalane hate xwendin û nirxandin.
Di civînê de çalakiyên desteyê yên di nîvê yekem ê salê de û astengiyên ku di organîzekirina çalakiyan de derketine hatin nîqaşkirin.
Civîn bi nîqaşkirin û wergirtina nerîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.
