XELKÊN DIRBÊSIYÊ Û AMÛDÊ JI BO MISOGERKIRINA MAFÊ KURDAN DAKETIN QADAN

Rojava Tv
2 Min Read

Li bajarê Dirbêsiyê û Amûdê jî ji bo misogerkirina mafên kurdan gel bi girseyên mezin daketin qadan.

Meşvanan bang kirin ku divê cîhanê bi tevahî li mafê kurdan xwedî derkevin.

Li bajarê Dirbêsiyê û Amûdê jî ji bo misogerkirina mafên kurdan gel bi girseyên mezin daketin qadan.

Bi sedan ji Şêniyên bajarê Dirbêsiyê meşeke girseyî ji Nexweşxaneya Xebat dest pê kirin û li çerxerêya Gardînyayê veguhirîn mîtingê.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji aliyê Meclisa bajêr û Kongra star ve axaftin hatin kirin û diyar kirin ku berxwdana Rojava û yekitiya gelê Kurd komployên li ser gelê Kurd pûç kirin.

Her wiha jinên Dirbêsiyê jî bang kirin ku divê cîhanê bi tevahî li mafê kurdan xwedî derkevin.

Meş bi siloganên bijî berxwedana Rojava bi dawî bû.

Li Amûdê jî bi heman armancê meşeke girseyî pêk hat. Meş ji qada Jina Azad bi hildana alên Kurdistanê, YPG û YPJ’ê dest pê kir.

Meş li navenda bajar sekinî. Piştî deqeyek rêzgirtin hevseroka Meclisa Bajarokê Topiz Mura Zoro axivî û got dîrok xwe dubare dike, li dijî Kurdan konsepta qirkirinê tê meşandin.

Ji aliyê xwe ve jî meşvanan gotin ku hebûna me bi hebûna şervanên me girêdayî ye.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.

Share This Article