Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxên ŞêxMeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civînek li dar xist û şehîd zîlan bi bîr anî.
Civîn bi beşdariya dayîkên şehîdan, dayikên aştiyê û gaziyên şer li eywana 8’ê Adarê a li taxa Şêxmeqsûda Xerbî li dar ket.
Di civînê de, Piştî deqeyek rêzgirtin nameya Şehîd Zîlan hat xwendin.
Her wiha li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin û tê de bal li ser qehremanî û fedekariya şehîd Zîlan hat kişandin.
Di dawiya civînê de sînivizyonek li ser jiyana Ş.Zîlan ji beşdaran re hat pêşandan.
MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HELEBÊ ŞEHÎD ZÎLAN BI BÎR ANÎN
