PIŞTEVANIYA JI BO DEKLERASYONA RÊVEBERIYA XWESER BERFIREHTIR DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê îro helwesta xwe ya li hemberî insiyatîfa Rêveberiya Xweser ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê aşkere kir.

TEV- DEM’ê insiyatîf erênî û girîng nirxand û ragihand ku, Rêveberiya Xweser bi gaveke exlaqî û dîrokî rabû.

 

Piştevanî û piştgiriya ji bo deklerasyona Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê her ku diçe berfireh û zêdetir dibe.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê îro bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî deklerasyonê aşkere kir û piştevaniya xwe piştrast kir.

Tevgera Civaka Demokratîk dibêje, destpêşxeriya Rêveberiya Xweser gaveke exlaqî û niştimanî ye.

 

FERHAN DAWÛD- HEVSEROKÊ NIVÎSGEHA RÊXISTINÎ YA TEV- DEM’Ê

FERHAN DAWÛD: PÊWÎST E HIKÛMETA ŞAMÊ HELWESTEKE ERÊNÎ NÎŞAN BIDE

Di demekê de ku krîza Sûriyê her ku diçe kurtir dibe, Rêveberiya Xweser roja 18’ê vê mehê deklerasyoneke 9 xalî ragihand û bang li aliyan kir ku ji bo çareserkirina krîzê berê xwe bidin rêya dîyalogê.

.

Share This Article