MECLISA GELAN DI CIVÎNEKE ASAYÎ DE QANÛNA NÛ YA VEBERHÊNANÊ ERÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Gelan a Demokratîk a bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî ya 115’an de Qanûna kevin a Veberhênanê betal kir û qanûna nû erê kir.
Di rûniştinê de 48 endamên meclîsê beşdar bûn û bi xwendina reşnivîsa rûniştina berê û sondxwarina hevserokên meclîsên rehendên netewa demokratîk dest pê kir.
Piştî vê yekê, pêşnûmeya qanûna veberhênanê ya nû ji bo sala 2025an hate xwendin.
Di rûniştinê de Qanûna kevin li gorî guhertinên ku li herêmê diqewimin hate betalkirin her wiha qanûna nû hat erêkirin.
Qanûna Veberhênanê xwedîtî, kêmkirina bacan, azadiya veguhestina qezenc û parastina yasayî ya projeyê dide veberhêneran.

Share This Article