Li himberî tecrîda giran ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku ev 26 sal li ser hatiye ferzkirin, bertek tên nîşandan.
Jinên Efrîn û Şehbayê hêvî kirin ku tecrîda li dijî rêber Apo bi dawî bibe û di zûtirîn dem de Rêber Apo di nav xwe de bibînin.
Li hemberî tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan nerazîbûna gelê bakur û rojhilatê Sûriyê her roja zêdetir dibe.
Gelê herêmê rojane di nava çalakiyan de ne û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.
Jinên Efrîn û Şehbayê ku li Helebê dimînin ji Rojava Tv re nerazîbûnên xwe li himberî vê tecrîdê anîn ziman.
jinên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku bi fikr û felsefeya rêber Apo, jinan azadiya xwe bi dest xistin.
Jinên Efrîn û Şehbayê daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de Rêber Abdulah Ocalan di nav xwe de bibînin.
Jinên Efrîn û Şehbayê di dawiyê de tekez kirin, Em dengê xwe digihînin hemû cîhanê, hemû dewletên derve û kurdên li çar aliyê cîhanê û dibêjin dest bidin hevdû û xwedî li rêber Apo derkevin.
