Bi dirûşma “Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de ye” Konferansa Sosyolojiya Azadiyê li bajarê Reqayê hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hat organîzekirin.
Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Meclisa Idliba Xedra û hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk amade bûn.
Di konferansê de mijara ”Bi sosyolojiya Azadiyê em dozên civakî nîqaş dikin” her wiha “Azadî li paş dîwarên girtîgehê ye” hatin nîqaşkirin.
Di konfiransê de Endama Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Hêvî Elî axivî û got: Rêber Abdullah Ocalan girîngî da civakê û pirsgirêkên wê analîz kir.
Konfirans bi encamnameyekê bi dawî bû û pirtûka “Sosyolojiya Azadiyê” li beşdaran hat belavkirin.
