Desteya Jîngehê ya kantona Firatê bi boneya roja cîhanî ya jîngehê komxebatek li bajarê Kobanê li dar xist.
Komxebat bi diruşmeya “Jin Afrînera Jiyanê û Parêzera Jîngehê ye, bi Zanebûna xwe Şoreşeke Kesk Pêk Tîne” bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.
Komxebatê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre sinfizyonek li ser bandora diyardeyên teknîkî ya li ser xwezayê hate pêşandan.
Her wiha hevseroka desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî jî axivî û behsa rola jinan ya di parastina jîngehê de kir.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
DESTEYA JÎNGEHÊ YA FIRATÊ JI BO PARASTINA JÎNGEHÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST
