şêniyên Helebê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Şêxo û endamê Hêzên Komandos Hogir Heleb bi merasîmekê oxir kirin.
bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê rakirin û ber bi goristana şehîdan a li herêma şiqeyif ve bi rê ketin.
li wir merasîm bi rêzgirtinê destpêkir û axavtin hatin kirin û soza domandina şopa şehîdan hat dayîn.
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Reşîd Şêxo di 18’ê Gulanê de û şervanê Hêzên Komandos Hogir Heleb (Ebdurehman) di 15’ê heman mehê de şehîd bûn.
CENAZEYÊN ŞEHÎD REŞÎD Û HOGIR LI HELEBÊ HATIN OXIR KIRIN
