Jinên Sûrî bi taybet jinên li herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê tevî hemû zext û êrîşan her dem pêşengtî ji jiyana aştiyane ya di nava gelê Sûriyê de kirine.
Jinên kantona Reqayê derbarê rola jinan di pêşxistina aştiya civakî de nirxandin kirin û gotin, di serwerkirina aştiya civakî û parastina pirrengiya sûriyê de, jin xwedî roleke sereke ye.
Di pêşxistina aştiya sivîl de jin dikarin roleke sereke bilîzin, nemaze civakên ku di aloziyên mezhebî de dijîn.
Jinên Sûrî bi taybet jinên li herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê, di dirêjahiya salên aloziyê de tevî zext û êrîşan her dem hewl dane jiyana aştiyane di nava gelê Sûriyê de ava bikin û diyalogê bi pêş bixin.
Jinên Reqayê derbarê pêkanîna jiyana aştiyane de ji Rojava Tv re diyar kirin ku, jin di serwerkirina aramî û ewlehiya di nava civakan de roleke sereke dilîzin.
Her wiha Jinên Reqayê balkişandin ser yekîtiya gelê Sûriyê û anîn ziman ku ji bo avakirina sûriyeke nû û aştiyane divê yekîtiya Netewî ya hundirîn xurttir bibe.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin ji hemû pêkhateyan û li ser felsefeya “JIN JIYAN AZADΔ karîbûn pêşengtiyê ji civakeke demokratîk, wekhev û aştiyane re bike.
Jinên herêmê di misogerkirina aramî û ewlehiyê de têkoşîn dimeşînin û şerê dagirker û terorê dikin.
