Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê îro li bajarê Helebê 2’emîn konferansa xwe li darxist.
Konferans bi dirûşma “têkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina sûriya demoqratîk e” li eywana istar layt a girêdayî taxa şiqeyêf hat li darxistin.
Di konferansê de tevaî sazî û rêxistinên jinan ên li bajarê Helebê beşdar bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hat nirxandin.
Paşê rewşa rêxsitinî hat nirxandin û rapora karûxebatên Meclîsê hat xwendin, her wiha beşdaran nîqaş kirin.
Di dawiyê de Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî alozî, tundî û êrîşên ji aliyê hêzên desthilatdar ve, jinan karîbûn hêza xwe xurt bikin û ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk têbikoşin.
