Kongra Star a taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên bajarê Helebê îro bi civînekê salvegera 20’emîn a damezrandina xwe pîroz kir.
Civîn bi beşdariya bi dehan jinên taxên Şêxmeqsûd û eşrefiyê her wiha endamên kongra star li dar ket.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê despêkir, piştre Endama koordînasyona kongra star Rîhan Elo 20’emîn salvegera damezirandina kongra star li tevahî jinan pîroz kir.
Rîhan Elo besa ked û berxwedana jinan di şoreşa rojava de kir û bang li tevahî jinan kir ku di bin sîwana kongra star de cih bigrin.
Piştî axaftinan salveger hat pîrozkirin û diruşmeyên Jin,Jiyan, Azadî hatin berzkirin.
KONGRA STAR A HELEBÊ BI CIVÎNEKÊ SALVEGERA DAMEZRANDINA XWE PÎROZ KIR
