LI REQAYÊ JI BO XURTKIRINA AŞTIYA CIVAKÎ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ofîsa Jin ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk bi hemahengiya Ofîsa Jin ya Partiya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûriyê komxebatek li kantona Reqayê li dar xistin.
Komxebat bi beşdariya endamên Ofîsa Jin ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk, Ofîsa Jin ya Partiya Yekîtî, Nûnerên civakên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê beşdarên komxebatê nîqaş li ser aştiya civakî û çawaniya xurtkirina pergala bihevrejiyanê kirin.
Di komxebatê de beşdaran behsa tecrubeyên xwe yên di aştiya civakî û çanda belavkirina aştiyê de kirin.
komxebat bi 8 xal û pêşinyarên girîng bi dawî bû ku tê de tekezî li ser belavkirina pergala neteweya demokratîk hate kirin.

Share This Article