XELKÊN AMÛDÊ BI MEŞEKÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BAŞÛR ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Amûdê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re, meşek li dar xistin.
Meş bi tevlîbûna bi sedan xelên bajêr, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji qada Ş.Cihad destpêkir û heya Navenda Ciwanan dewam kir.
beşdaran li navenda ciwanan mîtîng li dar xistin û tê de, axavtin hatin kirin û di axavtinan de hate gotin, ewê li dijî êrîşan asta tekoşîna xwe bilindtir bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.
Di dawiyê de axêveran Şoreşa 19 tîrmehê li tevahî gelan Pîroz kirin.

Share This Article