Yekêtiya nivîskarên kurdistana sûriyê û yekîtiya nivîskar û rojnamevanên kurd li sûriyê bi dirûşma ”Mîrasa mirovahî li Efrînê di bin siya şoreşa sûriyê de”, semînerek li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê qmişlo birêxistin kir.
Lêkolîner zekeriya El-hedrî semîner bi rêve bir, El-hedrî bal kişand ser di girîngiya dîrokî û mirovî ya Efrînê û got: ”Efrîn ji aliyê dewlemendiya çandî û cihêrengiya civakî ve yek ji herêmên herî diyar ên Kurdan li Sûriyê tê dîtin.
piştî ku semîner bi dawî bû, deriyê nîqaşê li pêşiya beşdarên semînerê hat vekirin û bi riya nîqaşan şemîner dewlemendtir bû.
