Bi boneya roja Aştiyê ya Cîhanî li Hesekê û Rimêlan Mîhrîcanên Hunera Zarokan dest pê kirin.
Armanc ji mihrîcanê ew e ku hemû pêkhateyên herêmê li gel hev bicivînin.
8’emîn Mihrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Qamişlo bi dirûşma “Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne” doh li bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin.
Mihrîcan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran Bi beşdarbûna bi sedan şênî û malbatên zarokan ên bajar û navçeyên kantona Qamişlo dest pê kir.
Mihrîcan bi armanca vejandina çand, huner û kevneşopiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tê lidarxistin û dê 3 rojan dewam bike.
Li Hesekê jî bi beşdarbûna 20 komên zarokan ên ji deverên cuda yên kantonê, 8’emîn Mihrîcana Hunera Zarokan dest pê kir.
Mihrîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi dirûşma “Zarok hêviya jiyanê ne, bi zarokan jiyan xweş dibe” hatiye birêxistinkirin û dê du rojan dewam bike.
Bi Armanca xistina kêfxweşiyê di dilên zarokên siberojê de, di roja Aştiyê ya Cîhanî de, mihrîcan ji bo wan hatin lidarxistin.
Zarok jî di mihrîcanê de dixwazin çanda rasteqîn a herêmê û jiyana hevbeş bidin xuyakirin.
