Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya li bajarê Reqayê bi şahiyeke hunerî û xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
Festîval, di 23’yê Gulanê de, ji aliyê Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê ve, bi diruşma “Ximava Sûrî ji bo aştiyê” hat lidarxistin.
Di festîvalê de helbestvan û wêjevanên ji tevahî herêmên Sûriyeyê beşdar bûn.
Di roja 3’yemîn a festîvalê de, serdana saziyên Rêveberiya Xweser hat kirin û sîstema wan hat naskirin.
Piştre jî Komên gelêrî berhemên xwe pêşkêş kirin û helbestvanan jî helbestên xwe xwendin.
Di dawiyê de beşdarên festîvalê hatin xelatkirin û festîval bi şahiyeke hunerî bi dawî bû.
