Yeketiya Parêzeran a kantona Firatê Di bin diruşmeya ” Parêzerî Peyama Dad Û Aşîtiya Ye Û Dengê Civakê Ye” Konferansa xwe ya şeşemîn li dar xist.
Bi dehan rêveber û endamên Yeketiya Parêzeran, endamên rêveberiya kantona Firatê, saziyên sivîl û partiyên siyasî li hola Ronîwar a li Kobanê tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên konferasnsê axivîn û nirxandin kirin.
Piştî axaftinan, rapora kar û xebatê ya yekîtiyê hate xwendin û nîqaş li ser wê hate kirin.
Konferansa Yeketiya Parêzeran bi hilbijartina hevserok û endamên yekîtiyê, bi dawî bû.
