SALVEGERA 8’AN A RIZGARKIRINA TEBQAYÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a kantona Tebqayê bi boneya salvegera 8’an a rizgarkirina Tebqayê ji DAIŞ’ê şahiyek girseyî organîze kir.

Bi sedan xelkên kantona Tebqa, nûnerên Rêveberiya Xweser û meclîsên leşkerî, Partî, şandeyên ji kantonên din, YPJ’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, koçberên Efrîn û Şehba, amade bûn.

Di şahiyê de axaftin ji aliyê Meclîsa cîbcîkar a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê ve hatin kirin.

Di axaftinan de Rizgarkirina Tebqayê hat pîrozkirin û hat gotin ku, rizgarkirina tebqayê ne serkeftineke leşkerî bû, lê ew vegerandina rûmetê û xurtkirina vîna gelên berxwedêr bû

Piştre stran hatin gotin û dîlanan hatin gerandin.

5’ê Mijdara 2016’an QSD û YPJ’ê bi koalîsyona Navneteweyî re, ji bo rizgarkirina Reqa û Tebqayê pêngava “Xezeba Firatê” da destpêkirin û di 20’ê Adara 2017’an de DAIŞ’ê di hundirê bajarê Tebqayê de hat dorpêçkirin.

Piştî 50 rojan ji şer bajarê Tebqayê di 10’ê Gulana 2017’an de hat raghandin.

Share This Article