Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke bi heybet, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ”Mihemed Mistefa” û endamê QSD’ê ”Ibrahîm Ibrahîm” ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, oxir kirin.
Merasîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo bi toraneke leşkerî ji aliyê hêzên operasyonê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate destpêkirin.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin.
Di nava axaftinan de tevahî şehîdên azadiyê hatin bi bîranîn û soza şopandina riya wan hate nûkirin.
Di dawiyê de, nasnameyê herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê herdu şehîdan bi berzkirina siloganên ”Şehîd Namirin” hatin oxirkirin.
XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKE BI HEYBET CENAZEYA 2 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN
