DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ SÛCÊN HERÎ QIRÊJ PÊK TÎNE

Rojava Tv
2 Min Read

Têkildarî binpêkirinên li dijî Efrînê, Endama rêxistina Sara Zeyneb Xelîl ji Rojava Tv re diyar kir ku dewleta Tirk hemû sûcên şer li Efrînê pêk tîne.

Her wiha destnîşan kir ku her kes li hember binpêkirinên li Efrîn çêdibin bê deng mane.

18 ‘ê Adara 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên pêşketî û nêzî 70 balafirên şer êrîşî Efrînê kirin.

Ji roja dagirkirina Efrînê û heta niha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tu rêbaz û hovîtî nehiştin, bi serê şêniyên resen ên Efrînê de nekirin, şêniyan bi hincetên derew digirin, direvînin, dikujin û jinan tecawîz dikin.

Xweza jî bi hovîtiya wan re rû bi rû ye, daran dişewitînin, qut dikin, dikin êzing û li bazarên derve difiroşin.

Endama Rêxistina Sara ya Şehbayê Zeyneb Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hemû sûcên şer li Efrîn pêk tîne.

Zeyneb Xelîl destnîşan kir ku her kes li hember binpêkirinên li Efrîn çêdibin bê deng mane.

Tevî hemû raporên komele û rêxistinên mafên mirovan ên derbarê binpêkirinên komên çeteyan li Efrînê, deng ji tu saziyeke navdewletî derneket.

Kuştin, revandin, tecawiz, dizî û talana ku li Efrînê tê kirin nedîtin.

Li hemberî van bûyeran ker, kor û lal man e.

Share This Article