LI SERANSERÎ HERÊMÊ CEJNA NEWROZÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Newroza sala 2025’an li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi coşeke mezin û lidarxistina şahiyên bi heybet hat pîrozkirin.

Welatiyên Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê jî bi kêf û şahiyên cuda newroza sala pîroz kirin û peyamên aştî berzkirin.

beşdarên pîrozbahiya newrozê ku li gundê çaxir bazar hatibû lidarxistin, Newroz li tevahî kurdan pîroz kirin û diyar kirin ku Newroza 2025’an ya azadiya gelê kurd û rêber Apo ye.

beşdarên şahiya newroza Dirbêsiyê ku li çol bistan hatibû lidarxistin jî tekez kirin ku heger çi dibe bila bibe ew ê newroza xwe pîroz bikin.

welatiyên bajarê hesekê jî ku newroza xwe li bendava rojava pîrozkirin tekez kirin ku ew ê bi coşa newroza 2025’an azadiya rêber apo misoger bikin û banga rêbertî ya aştî û civaka demokratîk jî pêk bînin.

Share This Article