LI REQAYÊ MECLISA TENDIRUSTÎ HATE AVAKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ji bo ragihandina avakirina Mecliseke Tendirustî li kantona Reqayê, civînek hat li dar xistin.
Meclisa Gelan a kantona Reqayê bi hevkariya Desteya Tendirustiyê ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê civîn li dar xist.
Bi dehan endamên beşê Tendirustiyê li avahiya Ekademiya Tendirustiyê ya kantona Reqayê tevlî civînê bû.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, rewşa siyasî hate nirxandin.
Piştre, axaftin ji aliyê Meclisa Gelan û Desteya Tendirustiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku armaca wan ji vê gavê, ew e ku beşa Tendirustiyê li kantona Reqayê bi pêş ve bixînin.
Civîn bi erkdarkirina 12 enaman ji bo Meclisa Tendirustî li kantona Reqayê, bi dawî bû.

Share This Article