Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a bajarê Qamişlo îro li peymangehê derbarê roja cil û bergên kurdî de şahiyek li darxist.
Beşdarên şahiyê gotin, roja cil û bergên kurdî ji bo naskirina çandê bi civakên din girînge, her wiha hêvî kir ku ev roj bibe roja serkeftinê.
10’ê Adarê roja cil û bergên Kurdî ye. Di vê rojê de gelek kes cil û bergên xwe yên Kurdî û filoklorî li xwe dikin û bi şahiyan pîroz dikin.
Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a bajarê Qamişlo îro li peymangehê derbarê roja cil û bergên kurdî de şahiyek li darxist.
Şahî bi beşdariya bi dehan mamoste û xwendekarên peymangehê li dar ket.
Rêvebera Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Heyat Ebas got, roja cil û bergên kurdî ji bo naskirina çandê bi civakên din girînge, her wiha hêvî kir ku ev roj bibe roja serkeftinê.
Xwendekarên peymangehê jî hestên xwe anîn ziman û gotin, ew ê her sal ji bo pîrozkirina roja cil û bergên kurdî şahiyan li dar bixin.
Di şahiyê de piştî axaftinan, stran hat pêxistin û xwendekar û mamosteyan bi cil û bergên xwe yên kurdî Dîlan gerandin.
