Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê, bi çalekiyekê hunerî, biliblê Çiyayê Kurmênc hunermend “Cemîl Horo” di salvegera koçkirina wî ya 36’an de, bi bîr anî.
Çalakiya bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya li taxa Eşrefiyê, bi beşdarbûna hunermand, endamên çand û hunerê, sazî û meclîsan hate lidarxistin.
Di çalekiyê de, Hevserokê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo “Kemal Hesen” li ser kesayeta hunermendê nemir Cemîl Horo axivî û rola wî di parastina mîrateya çanda Efrînê de, bi bîr xist .
Piştre ji aliyê dengbêj û hunermendên ku bi Cemîl Horo re jiyan kirin, stranên wî pêşkêş kirin.
Ji bilî mijûliya xwe bi stranbêjiyê re, Cemîl Horo kesayetiyekî siyasî bû. Ji ber çalakiya xwe ya siyasî û beşdarbûna wî di pîrozbahiyên neteweyî de, gelek caran rastî zext, girtin û îşkenceyê hat.
